Peyama Tevgera Nubûna Kurdistanê bi boneya 14emîn salvegera damezrandinê

0

Gelê Dilsozê Kurdistanê,
Endam, alîgir û kaderên Tevgera Nubûnê,
Çardeh sal berê, di rojeka wekî îro da, li rêkeftê (5-3-2012) da, wekî pêdiviya qonaxa wê demî û bi hestkirina berpirsiyarî û hezkirina ax û welat, Tevgera Nubûna Kurdistanê wekî tevgerek siyasî ya Kurdistanî bi dirûşma “Serxwebûn, Dadperwerî û Pêkvejîyan” ji aliyê komek têkoşeran ve hate damezrandin, ku hev deme digel Roja Raperîna pîroza Gelê Kurdistanê.

Bi boneyê salvegera Raperîna Pîroz û salvegera damezrandina Tevgera Nubûnê, germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyên xwe arastê hemû çîn û pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê dikîn, û serkeftina berdewam ji bo gelê me yê qehreman dixwazin. Herwisa silavan ji gelê me û hêzên ên Kurdistanê re dişînin û dîsa piştrast dikin ku Tevgera Nubûnê herdem li pişt gelê Kurdistanê ye û di sengerê da dibe û li xebat û têkoşînê berdewam dibe.

Gelê têkoşer ê Kurdistanê,
Her çend astengiyên siyasî, aborî û ragihandinê hene, û bêhîvîbûna gel ji partî û aliyên siyasî, lê bi hewl û xebata endam, aligir û kaderên xwebexş, Tevgera Nubûnê di warên ragihandinê, rêxistinkirinê û avakirina têkiliyên siyasî da gihîştiye astek berbiçav di qada siyasî de û pêşketinek girîng bi xwe re aniye.

Gelê qehreman ê Kurdistanê,
Em di demek hestiyar û metirsîdar de salvegera Tevgera Nubûna Kurdistanê bîr tînin, ku Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhan di qonaxek hestîyar de ne. Divê bi yekgirtî, hevgirtinê hemû planên dijminan bêne betal kirin. Pêdivî ye ku ezmûna gelê xwe biparêzin û ruhê yekrêziyê bihêztir û petir bikin, û bi gavên xurtir ber bi pêş ve biçin.

Partî û aliyên siyasî,
Tevgera Nubûna Kurdistanê di 14emîn salvegera xwe de tekeza berdewamkirinê û pêşxistina têkiliyên xwe bi hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê re dupat dike. Ev bone wekî derfetê dibîne da ku bang li partî û aliyên siyasî bike ku Tevgera Nubûna Kurdistanê amade ye ji bo hevpeymaniyê, da ku bibe sedema parastin û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê.

Gelê dilsoz ê Kurdistanê,
Tevgera Nubûna Kurdistanê tevgerek siyasî niștîmanî Kurdistanî ye, ji naxê gelê Kurdistanê derketiye û herdem di sengerê têkoşînê de ye ji boy bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê. Dîsa piştrast dikin ku em dê herdem parêzvanên tund ên berjewendiyên gel û welat bin û berdewam bin ji xebat û têkoşînê de heta bidestxistina mafên zêdetir yên rewayên gelê Kurdistanê.
Damezrandina Tevgera Nubûna Kurdistanê we çerxanek girîng û çarenûsaz bû di dîroka siyasî ya gelê me da. Ev gav ne tenê bersivek pêwîst ji daxwaziyên wê qonaxê re bû, lê her wisa destkeftek mezin û mijdebexș bû ku hêvî û omêdeke nû di dilê gel da çespand.

Careke din pîroz be 14emîn salvegera damezrandina Tevgera Nubûna Kurdistanê û Raperîna Pîroz a gelê Kurdistanê.
Hêvîdar in ku gelê me herdem tendurist, serbilind û serkeftî be û ji hemû nexweşiyan biparêzî.
Bijî Kurdistan
Nefret ji tirorê, tîroristan û dagirkeran re

Encûmena Serkirdatîya
Tevgera Nubûna Kurdistanê
15 Reşemê 2725ê Kurdi
5 / 3 / 2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.